Lolo Pismamo
Lolo Pismamo çima deng nakîSerê xwe carek bilind ranakîLeşkerê dujmin li çiyayê jor inWeke xweşmêra j’hev bela nakî
Lolo Pismamo zanim xweşmêr îPismamê Ristem yan Êzdîn Şêr îRoja halanê, roja lêdanêMêr û gernas î dotmam bi gorî
Lolo Pismamo haya te j’te bîÇarika minê reş li serê te bîRoja lêdanê mêr be l’meydanêKuştin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildayeDerefşa Kawe, bo te hildayeRojek lêdanê, rojek razanêîro lêdan e roja Kurda ye
Dengê min zîz e hewar û gazîSerqot û pêxwas, birçî û tazîêriş e lêxe pismamo lêxeŞerm û fehêt e îro tu razî
Şalê Xerzanî rabe li xwe keL’pişta xwe girêde rext û fişek ePisamê min î, dotmama te meMi j’te re kil dane çavên belek e