Kurdish Folk "Sebahul Xeyr Xana Min" Слова песни

Перевод на:aren

Sebahul Xeyr Xana Min

Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana minTuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min

Te alellah çihzatî tu çih wî şîrîn sifatî tuNe wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu

Heyat û reheta can im"sebahul xeyr ya xanim!"Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê

*****

Sebahul xeyrî mesta min, letîfa cam bi desta minXumar û meyperesta min, tuyî meqsûd û qesta min

Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles minji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min

Di benda zulfê çewkan im "sabahul xeyrî ya xanim!"Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê

*****

ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndêSiyaçeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê

Şubhê şem' û şemal im ez ji ber hubba te lal im ezDa'if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez

Ve bulbul ra bi evxan im "sebahul xeyrî ya xanim!"Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê

*****

Were pêşber Melayê xwe şehîd û mubtelayê xweBi şefqet ke liqayê xwe Meya nemrit bi dayê xwe

Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maranŞehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran

Li dîdara te heyran im "sebahul xeyrî ya xanim!"Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê

Здесь можно найти слова песни Sebahul Xeyr Xana Min Kurdish Folk. Или текст стиха Sebahul Xeyr Xana Min. Kurdish Folk Sebahul Xeyr Xana Min текст.