Şivan Perwer "Zembilfiroş" Слова песни

Перевод на:frtr

Zembilfiroş

Zembîlfiroş zembîla tîneDelalo zembîla tîneKolan bi kolan digerîneNan û dahnê pê distîneZarokan pê ditevrîne

Gava ew zembîla tîneXatûn li bircê dibîneBi eşqa dil dihebîneAqil diçe sewda namîneHa dil were, ha dil wereKesê ji dil nekî bawereJi mirovantî hatiye dere

Xatûn :Kuro sêlka vir de bîneMîr dixwaze te bibîneBuha buha ji te bistîneLawiko ez brîndar im

Zembîlfiroş:Xatûna min a delal eMin bîhîstî Mîr ne li mal eBazara'm bi malê helal eXatûnê ez tobedar imDelalê ez tobedar im

Ha dil were carek bi coşCar car vexwe şerbeta xoşDilqinyata Zembîlfiroş

Xatûn :Zembîlfiroş lawikê beyan îEz dibêjim tu pê dizanîMin bo eşqa dil te anîLawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:Xatûna min a zerîn eQusur li ser te qet nîneLê dilêm kesî nahebîneXatûnê ez tobedar imDelalê ez tobedar im

Hay hay hay hawar e hawar eHay hay hay hay..Xatûn pir evîndar eLi ber rehma Xwedê xwar eJi eşqê maye bê par eEvîndar e ma bêçare

Xatûn li jor kar dikeZêr li eniyê par dikeKalên sedsalan har dike

Xatûn :Çavên min mîna eynan eBiskê min mîna qeytan eDiranê min mîna mircan inEniya min mîna ferşan eBerê min mîna fîncan eFîncanên mîr û paşan eSîngê min mîna zozan eZozanên haft eşîran eZembîlfiroş, lawikê derwêşLê bike kêf û seyran e

Zembîlfiroş lawikê derwêş eKeremke tu were pêşeHeqê zembîlên xwe bibêjeLawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:Lê lê lê, lê lê XatûnêÇavên te mîna zeytûnêDitirsim ji agirê êtûnêYa Xatûn ez tobedar imTobedarê Xaliqê Cebar imJ'ser toba xwe ez nayêm xwarê

Xatûn :Zembîlfiroş lawikê feqîr eWere ser doşeka Mîr eBidim te guliyên herîr eLawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:Tu Xatûna li birc û van îLi ser text û li ser seran îTu ji min re nabî kevanîXwedî zarok û eyal imZarok tazî û birçî li mal inXatûnê ez tobedar im

Xatûn :Zembîlfiroş lawikê nenas îTena derpî û kiras îTu ji destêm nabî xelas îLawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:Xatûna gerden bi morîQet nabe bi kotek û zorîTirsa min ji wî Reb ê jorêXatûnê ez tobedar imTobedarê Zerdeştê Kal imJi ser toba xwe qet nayêm xwarê

Здесь можно найти слова песни Zembilfiroş Şivan Perwer . Или текст стиха Zembilfiroş. Şivan Perwer Zembilfiroş текст. Также может быть известно под названием Zembilfiros (Sivan Perwer ) текст.