Şivan Perwer "Kîne Em ?" Слова песни

Перевод на:frtr

Kîne Em ?

Kîne em?Cotkar û karkerGundî û rêncberHemû proleterGelê KurdistanŞoreş û volqanTev dînamêt inAgir û pêt inSor in wek etûn,Agir giha qepsûn

Gava biteqinDinya dihejîEv pêt û agirDijmin dikujîKîne em?Hey hey hey kîne em?

Em in rojhilat,Tev birc û kelat.Tev bajar û gund,Tev zinar û lat.Ji destê dijmin:Dijminê xwînxwar,Xurt û koledarJi Rom, ji Fireng,Di rojên pir teng,Bi kûştin û ceng.Parast, parastParast min ev rojhilatKîne em?Hey hey hey kîne em?

Kîne em?Gelê serfirazDijminê dijminDostê aştîxwaz.Em xweş mirov in,Ne hirç û hov inLê çibkim bê şerDijmin naçî der.Bav û kalê meDijîn tev serbest,Naxwazin bijîmTa ebed bindest.Kîne em?Hey hey hey kîne em?

Em in ew Kurdê serhişk û hesin,Îro jî dijmin ji me ditirsinBîna barûdêKete pozê minDixwazim hawîr,Biteqim ji bin,Dîsa wek mêra,Bikevin çiya.Naxwazim bimrim,Dixwazim bigrim.Kurdistana xweAxa Mîdîya,Kîne em?Hey hey hey kîne em?

Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar,Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.Em in ew Lolo,Kardox û Kudî,Em in Mad û Goş,Horî û Gudî.Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,Em in, em Kurd in li jêr û li jor

Çend hezar salinKurdistana mePerçe perçe maBindestê dijmin!

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û ew tacHinek bûn axa, hinek jên bûn begHinek jên bûne cahşê jardaraKurdistan firot wan tev neyaranBûne mezhebdar,Bûne olperest,Bûne paşverû, bi tizbî û xiştTa ku dijmin şikand li me ser û piştMe dan bin lingan dewlet û hebûn,Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.

Ta ku Kurdistan,Ta ku KurdistanJar û perîşanKet e bin destan!Ketin xewê, ketin xewêKetin xewa zilm û zorêKetin xewa bindestiyêRaketin, raketin…Yekcaran serê xwe rakirinLê dijmin serî zû jêkirinYek carna serê xwe bi hêz rakirinLê dijmin serî zû jêkirin

Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandinEv erdê jiyanê yeGerm dibe, sar dibeDikele, dikele, dipişiqîneBrûskê tavê tavan hiltîneRonahî dike rojê li welat hiltîneHer wekên Kawa li ser xwe pêk tîneNiştimanperweran diwelidîne

Em in ew gelaBelê em in ejdehaJi xewa dîlîŞiyar bûn nihaDixwazin wek mêrTev mejî û bêrRabin her wek şêrSerê xwe hildin

Çi serbilind inBi cîhan carekEm bidin zanînRêçika Markîs,Rêçika Lenîn.

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem.

Bejin bilind inWek dêw bilind inEm dest dirêj inSerbest dibêjinDixwazin bi lezGavan bavêjin!Kîne em?Hey hey hey kîne em?

Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in emSerdarên bilind, gernas in herdemEm şer naxwazin,Divên wekhevî,Em paş ve naçin,Lê dijmin direvî!Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakîDivên biratî, lê ew qebûl nakîBûye wek rûvîLi paş xwe nanêrîKine em…

Gelo bavêm çi bikin?Naxwazin însanîÊrîş bikin û bigrinHistu bişkîninEv pîsên mirdarJi nav me derxîninJi bo mirovan em tev dost û yarBijî Kurdistan, bimrî koledar!Kîne em?

Здесь можно найти слова песни Kîne Em ? Şivan Perwer . Или текст стиха Kîne Em ?. Şivan Perwer Kîne Em ? текст. Также может быть известно под названием Kine Em (Sivan Perwer ) текст.