Ciwan Haco "Leyla" paroles

Traduction vers:en

Leyla

Şêr şêr e, mêr e yan jin eNîşan bi destê Leyla min ePola ye dil, wek asin e

Leyla çî ye? Leyla jin eLeyla kî ye? Leyla min e

Leyla min e, Leyla welêtWê dil li min kir ar û pêtMizgîn li Kurd roja me têtDijmin ji tirsan maye şêt

Leyla çî ye? Leyla jin eLeyla kî ye? Leyla min e

Leyla keça Mîd û Med eCanê xwe da di ber me deBijîn heçî ku canfîdaXweş bin ji te jar û geda

Leyla çî ye? Leyla jin eLeyla kî ye? Leyla min e

Divêm li pey te bêm ez jîÇib'kim bi vê jîna rijîXwînê nerijî nabijîLeyla bijî, Leyla bijî

Leyla çî ye? Leyla jin eLeyla kî ye? Leyla min e

Helbest: Cegerxwîn

Ici on peut trouver les paroles de la chanson Leyla de Ciwan Haco. Ou les paroles du poème Leyla. Ciwan Haco Leyla texte.