Bêbextî
Li min bihorîn gelek sal û demLi min kom bûn gelek derd û xemEmir diçe bi êş û alemTenê hiştim vê bêbextiyê
Zeman û yar li min bûn yekLi dora min çêkirin xelekLi min gerandin çerxa felekTenê hiştim vê bêbextiyê
Naçin ava ev roj bûne salSal dirêjin ez kirime kalBi ciwanî da destê min gopalPiştxûzkirim vê bêbextiyê
Hêsîrê dahfa ber delavimQelsim, êdî bê pesn û bê navimPor çû, çav çilmisî û rû xavimEz hejandim vê bêbextiyê