Çûçik çûye bin darê re Silavek şande ji yarê re Heçî di nava min û yara min fesadî kê bikin Xwedê nehêle biharê ra
Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê
Ji dîyêr de mîha reş tê Dengê zengil bi min xweş tê Serê çend sala ye ku şivanê mala bavê te li ber derd û kula Ji cîgerê xwîna reş tê
Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê
Xaniyê bavê te bi çin e Baran dibarî hat me bin e Gava çavê te li min ket te go wî eva kî ye li hêvya min e Va Şivan e lo tu yarkê min e
Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê