Hay gidî Xeydokê
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî XeydokêŞêrînê şemamokê lê li min gidî ZeynokêBejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Li Ruhayê dewran e, li Siwerekê ferman eJi bo xatirê Xeydokê, eşîr tevda di şer da neBona çavê Xeydokê eşîr tevda di şer da neHay gidî hay gidî, hay hay gidî XeydokêŞêrînê şemamokê lê li min gidî ZeynokêBejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çûBona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çûBona çavê Xeydokê eşîr tevde têk ve çûnHay gidî hay gidî, hay hay gidî XeydokêŞêrînê şemamokê lê li min gidî ZeynokêBejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurbanÇi Xeydokek dil û can lo eşîr tev jê re bûn qurbanEt di bîra xwe neanîn lê çi bûye KurdistanHemû hatin doza wê, lê nefikirîn KurdistanHay gidî hay gidî, hay hay gidî XeydokêŞêrînê şemamokê lê li min gidî ZeynokêBejna te zirav e, weke şitila tuhokê