Lawo deste min berde
Şevek di nîvê şevê da lo di giraniya xewê daDestê xwe da destê min lo bin roniya heyvê daDe berde de berde lawo destê min berdeEvînî bi kul û derd e lawiko destê min berde
Te min didî li hewzê gulan, sibê, nîvro û êvaranDest avête gerdenê lo, xişîn kete guharanDe berde de berde lawo destê min berdeEvînî bi kul û derd e lawiko destê min berde
Tucara te ji bîr nakim lo ser te re kesî nakimGer sed sal jî derbasbî lo, soza xwe xera nakimDe berde de berde lawo destê min berdeEvînî bi kul û derd e lawiko destê min berde