Kurdish Folk "Welat çi qas xweş û rinde" Слова песни

Перевод на:enfrtr

Welat çi qas xweş û rinde

Welat çi qas xweş û rind e keçikê lê lêMirov tê de serbilind e delalê lê lêYê me ne rez û ne pez e keçikê lê lêCih û warê me qet tune delalê lê lê

Ez dizanim welat xweş e lawiko lo loBê welat jiyan nameşe delalo lo loGer em welat rizgar bikin lawiko lo loKes namîne bi bextê reş e delalo lo lo

Destê min li dawa te ye keçikê lê lêXew û xwarin li min tune delalê lê lêDestê xwe di destê min ke keçikê lê lêEv doza ya min û te ye delalê lê lê

Destê min di destê te de lawiko lo loTe kengî got min guh neda delalo lo loGava te got min got fermo lawiko lo loTev rabin di riya doza xwe de delalo lo lo

(Mirim bi gilî û gazincan keçikê lê lêBûm Şivanê kul û derdan delalê lê lêHinek rabûn doz ajotin keçikê lê lêZû westiyan û bi nîvî berdan delalê lê lê

Sûnda min bi navê Kurdistan lawiko lo loEv doza qet nayê berdan delalo lo loLew fêrbûne bi fikrê karker lawiko lo loEmê hildin ala Kurdistan delalo lo lo)

Здесь можно найти слова песни Welat çi qas xweş û rinde Kurdish Folk. Или текст стиха Welat çi qas xweş û rinde. Kurdish Folk Welat çi qas xweş û rinde текст. Также может быть известно под названием Welat ci qas xwes u rinde (Kurdish Folk) текст.