Sira Sibê
Sira sibê li bab û dara hewrêVeciniqî û hişyar bû
Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahiştBilûre danî ser diranêJi sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira
Kaniya bin dara hewrêBi dengê bilurê re nehwirandHêstir werwirand melûl melûlDilê heyvaji kovanên xwereKerî bi kerî kezext û dirand
Bilbilek firî ji hêlîneÇu danî li gulya gulêXonçeyan mijand ji pêsîra xweBerda dilê wan ji xuriyêDilop dilop niqutî û xurîNiqut niqut nızilî û xurî
Di dilopa paşî de sefeq beyan bûJi bilûrê his birî kanî xayiş ketLi bine kema gulê bilbil ji can bûJînek nû dest pêkir bi sira sibeŞefeq zelal xuza xuyan bûn
Söz: Rojen BARNASMuzîk: Ciwan HACO