Ciwan Haco "Girtîyên Azadîyê" letra

Traducción al:tr

Girtîyên Azadîyê

Generalekî tirsonek,Zalimekî bê însafDîwarên qalind bê pencere avakirDergihên hesinî, quflên polat dadanZindanên bin erdê , zindanên sarî tarîBi hostayiya sedsala bîstan pêkanî,û li ber dergeh peyên bê mêjîMirovên potîn reş ,gerdeyanên robot raçikandin

Welathezekî serhişk, ku carekî got: na êdî bes e!Li vê keleha zerhî , kire mêvanGeneral hertişt jê standSerbestî, çek, dê û bav, xûşk û biraJê stand rojxewnên şêrînRonahî jê standLê ma bawerîLêdan dane kehrebêHilweşandin, korkirin, sûtandinDiran rakişandinNeynûk rakişandinNamûs hingavtinMarşên şofînî pê dane xwendinPîsî pê dane xwarinLê çi kê wî dawîBaweriya wî nehejandin.Tirs kete dilê generalçekên xwe, hostayiya sedsala bîstan,Dostên xwe yên li pişta behraBi çiyayê baweriyê pîvand li ber bû girkok, zû ji ber çavan windabû.

Şeveke havîna germ,heyv li ezmana dibisirîStêrka xwe bi ser Herekorê û Geverê de,bi hisret newq dikir wê şevêDengê gula tivinga pêsmerge ji Geverê firî û li Diyarbekirê danîDîwarên qalind çirand û mizgînî anîji girtîyên azadîyê re

Aquí se puede encontrar la letra de la canción Girtîyên Azadîyê de Ciwan Haco. O la letra del poema Girtîyên Azadîyê. Ciwan Haco Girtîyên Azadîyê texto. También se puede conocer por título Girtiyen Azadiye (Ciwan Haco) texto.