Te ez kal kirim
Te kalkirim bi ciwanîLê ez xort, bûm tu baş zanîPelê dara min te weşandBuher çû, te payîz anî
Hêviya min nema di jînê deBê kes mame vê dinê deGula dilê min çilmisîQe şîn naba ji îro pêde
Ka tu biner li halê minTe çi aniye li serê minBirînê zor daye ser minMirin gelek nêzîk bû li min
Birîn kûre cebar nabeBi dermanan rehet nabeHeyfa min tê li wê heyfêKu li mirinê çare nabe