Zakaria Abdulla "Şahjine rojhilatê" Songtext

Şahjine rojhilatê

Hay Lê rindê, lê rindêBejna zirav bilindêRewşa bajar û gunde

J`Eyntab û DiyarbekirRindê pora xw şe kirTilisma îşqê vekir

J`Elezîz û DersimêÇaw reşê demgenînêEz kuştim vê xanimê

Rindê Silêmanî yeFirişta asmanî yeDilbera vi canî ye

J`Dihoka Behdîna nePir heybet û giran eŞehbanoya jinan e

J`Kerkûka babagurgurSingê wê mercan û durAgirê îşqê helkir

J`Hewlêr û Hawdîyan eNazenîn u viyan eTaca serê jinan e

J`Hesek, Qamişlî EfrînDêmnebat û hingvînEw e sultan û evîn

J`Urde û AdiyemanêSernex, Cizir BatmanêŞehzadeya cihane

Sine û kermanşahî yeHeyva şeva sahî yeTirîfe û ronahî ye

Hier finden Sie den Text des Liedes Şahjine rojhilatê Song von Zakaria Abdulla. Oder der Gedichttext Şahjine rojhilatê. Zakaria Abdulla Şahjine rojhilatê Text. Kann auch unter dem Titel Sahjine rojhilate bekannt sein (Zakaria Abdulla) Text.